ENKSê girtina endamekî xwecihiya xwe li bajarê Dêrikê ji aliyê PYDê ve şermezar kir.
Û sikirtariya giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de got ku ev kiryarên tirsandinê naguncin ligel nizimtirîn pîvanên demokrasiyê û rewiştên mirovî, herwiha bi hêç şêweyî nakevin di rajeya yekrêziya kurdî û bejwendiyên gelê me de, nemaze ku ev kiryar di heman dema helkefta Roja Cîhanî Ya Mafên Mirov de ne.
Herwiha ENKSê ev kiryarên çavtirsandinê yên ji aliyê PYDê li dijî serkirde û kadiro û çalakvanên Encûmenê dibin red kirin, û daxwaza xistina fişaran li ser PYDê ji hêz û aliyên kurdistanê û ji civaka navdewlet kir, da dest ji kiryar û siyasetên xwe yên nerewa berde, û kar bike ji bo peydakirina seqayên erênî ji bo yekrêzî û yekhelwestiya gelê Kurd .
Jêder: Beşê Kurdî Yê Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê