Encûmena Nîştimaniya Kurd, bi serdegirtina hêzeka asayîşên (PYD) û bi piştevaniya hêzên (YPG) li ser simînareka siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan –Sûriya li devera Kobanê û girtina 15 kesan û eşkencekirin û êşandina wan bi tundî şermezar kir, herwiha Encûmenê ev kiryar û reftarên şermezarkirî weha bi nav kirin”kiryarin bêberpirsyarî ne û ji hemû yasayên mirovî û azadiya derbirînê dûrin û merem jê ruxandina bingehên lihevkirin û hevkaiya herdu Encûmenan e”, û di daxuyaniya Encûmenê de hatiye:”Em tekez dikin ku ev karên bi vî rengî aştiya navxweyî tûşî metirsiyeke rasteqîne dike û ne di berjewendiya paşeroja gelê kurd de ye û armanc jê ewe bidawîanîna jiyana Sîsasî di navçeya kurdî de û ziyanê digehîne pêwendiyên kurdî- kurdî û nakokî û cidahiyan fereh dike, ji lewra ji serkirdayetiya (PYD) û ji çekdarên wê dixwazin dawiyê li van helwîst û kiryarên xwe yên li hember tevgera siyasî ya kurdî bînin û yekser girtiyên li rex xwe serbest berdin”.
Hêjayî gotinê ye, ku hêzeka asayîşên PYD û bi alîkariya hêzên (YPG) li demjimêr heşt yê êvara 4-8-2014 êrîşkirin li ser gundê Kîfon yê ser bi Kobanê ve û dorpêç kirin bi karwanekî tirombêlên dagirtî ji çekan ku bêhtir ji 15 tirombêlan pêk dihat û bêhtir ji 100 çekdarî, bi darêzorê derbasî nav mala ku simînar lê hatibû bestin bûn û lêdana tund û riswakirin û dijûn bi amadeyan re bikaranîn û bêhtir ji 15 kesan girtin û birîndar kirin û ji nav wan Muslim Muhemed endamê nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan –Sûriya û Osman Zeyno endamê komîteya herêmî ya parta navhatî.
Jêder: daxuyaniya Encûmena Nîştimaniya Kurdî