Encûmena parêzgeha gundewarê Şamê duhî roja pêncşemê daxuyaniyek da û têde daxwaz ji civîna konseya ewlekariyê kir, ji bo derbarê rewşa mirovî ya xirab li Xûta Şamê ya rojhilat tevbigerin, û êrîşên rijêma Esed li ser sivîlan rawestînin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku hîç guh nehatiye dan bi dehên bangewazî û gaziyên ji Xûta rojhilat ên ji bo destêwerdana civaka navdewletî bo rawestandina komkujiyên rijêma Esed yên bi piştgiriya Rûsiya li dijî sivîlên Xûta rojhilat.
Encûmena parêzgehê li hember civîna derbarê rewşa Xûta rojhilat ya têkçûyî di daxuyaniya xwe de pirsyarek arasteyî konseya ewlekariyê kiriye û têde gotiye: “Em hêvîdar in ku çarenivîsa vê nameyê ne wek nameyên din be”, û zêde kiriye: “em vê nameyê ji we re dişînin û hêjî firokên Rûsiya û rijêma Esed agir li serê me bêcudahî û bi awayekî bitewşî dibarînin”.
Encûmenê daxwaza rawestandina bombebaran û parastina sivîlan û nehêlana dorpêçkirina li ser navçeyê kir, û di daxuyaniyê de hatiye ku ” çavê me ne tenê li standina biryarekê ji bo agirbesta heyvekê li Xûta rojhilat e, lê em çaverê ne ku konseya ewlekariyê bi erkê xwe rabe û rêşûn û rêkarên yasayî bistîne bo rê li berdewamiya komkujiyên dijî sivîlan û têkşikandina dorpêçkrina li ser Xûtayê bigire “.
Encûmen dibîne ku mafekî xelkê Sûriyê li ser konseyê heye ku wan ji tawanên qirkirinê yên li ser destê rijêma Esed pêk tên ku têde çekên qedexekirî û gaza kilor û bombe û napalim li dijî sivîlan bikar tîne biparêze.
Daxuyaniyê bal kişandiye ku li vê dawiyê êrîşên esmanî bi awayekî hovane û çaverênekirî ji aliyê rijêmê û hevalbendên wê li ser Xûta zêdetir dibin, bi mifadîtina ji bêdengiya navdewletî li hember rawestandina rijêma Esed.
Hêjayê gotinê ye ku zêdegaviyên vê dawiyê yên rijêmê bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi sedên sivîlan û koçbarkirina bi hezarên xêzanan, ku bi aweyekî rasterast xalên pizîşkî û xwendingeh têne armanckirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî