Encûmena Xwecihî Li Der’ayê ragihand ko herêmên bi ser rêveberiya wan ve bi sedema êrîşên firokên Rûsî li ser Der’ayê bi tekûzî wêran bûne, û hiştine ko şeş nexweşxaneyên meydanî ji kar derkevin.
Firokên Rûsî doh êrîş dane ser nexweşxanake meydanî li Der´ayê û bi êrîşên xwe yên dubarekirî li herêma sînor ya ku gelek kes reviyabûnê, û herî kêm heft kes ji malbatekê kuştine.
Di daxuyaniyekê de komîta rizgarkirinê ya navdewletî li Waşinton ya ko piştgiriya nexweşxaneya meydanî dike got: “Çar kesên ko rizgarkirinê dikin birîndar bûne”. Firokên Rûsya bêtir ji 40 êrîşan dane ser baregehên zindîdar û taxên niştecihan li ser rêka Elsed û Der΄a Elbeled, di yekem kampanya bombebarana xurt ji gava ko Rûsya di cenga Esed li ser miletê Sûrî de beşdar bûye.
Alayên artêşa azad roja yekşema derbasbûyî taxa Elmenşiyê têwerdan kirine, di cengekê de ko navê “Mirin Û Ne Riswabûn” lê kirine, wek vegerek li binpêkirinên rêjîmê yên berdewam û bi amanca rê li ber hewildanên kontrolkirina Rêbuhêrka Nesîn ya sînorê Urdinê li ber rêjîmê bigirin
Cîgirê berdevkê fermî yê emîndarê giştî yê netewên yekbûyî, pêr nîgêraniya rêkxistina navdewletî li ser şerê çend rojên buhûrî li hundir û derdora Der΄a diyar kir, ko bêtir ji 9000 zilam û jin û zarok heta nuha derbider kirine.
Cîgirê berdevkê fermî yê emîndarê giştî yê netewên yekbûyî bêtir got ko “Ofêsa hevrêzkariya karûbarên mirovî (Otaşa) texmîn dike ko di rojên dahatî de eger şer li Der΄ayê ya rastî êrîşên rêjîmê û Rûsya tê berdewam bike, wê bêtir xelk derbider bibin”
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê doh di daxuyaniyekê de sebaret dijminkariya li ser Dera û gundewarê wê û bombebarana bi firokên cengî û yên hilîkopter û ji dikên mûşekan û guleyên topê yên giran û nîvçeyî dibe, ko yekser Taxên niştecihan yên bajar û bajarokên parêzgehê amanc kirine, her weha hêzên rêjîmê bi piştgiriya firokên cengî yên Rûsya û milîtanên bi ser dagîrkerên Îranî ve li dora 80 binpêkirinî ji agirbestê re di hersê rojên buhûrî tenê de kirine, ji nav wan jî bêtir ji 30 binpêkirinî li bajarê Der΄a û gundewarê wê, di encamê de kuştar çêbûne û ne kêmî 47 kesan piraniya wan sivîl in şehîd ketine.
Ofêsa Ragihandinî ya Hevbendiya Niştimanî/Acans