Encûmena xwecihî ya bajarê Zemleka ya rojhilatê Şamê, duh roja pênşembê, berpirsyaiya bijehrîketina xelkê sivîl ji ber xwarina heyberekî wek xwê, xist hustê hêzên rêjîmê yên ko Xûta rojhilat dorpêç kirine.
Encûmena xwecihî di daxuyaniyekê de anî ziman ko kêmbûna heyberên bingehîn wek şekir, xwê û ard bi sedema dorpêçkirina hêzên rêjîmê, û heyberên din jî pir buha ne, dihêle ko 80% ji xelkên Xûta rojhilat yên belengaz, çi heyberê kêmî buhayê wê bibînin bikirin, ku hin ji wan nayên xwarin.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de ji bo Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlekariyê ji bo têwerdanê bikin da dorpêçê ji ser xelkên Xûta rojhilat rakin, daxwaz kir ko rêjîmê bi cîbicîkirina biryarên navdewletî û bi taybetî biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2254 pabennd bikin.
Daxuyaniya Encûmena xwecihî dibîne ko nesepandina fişaran ji aliyên navdewletî li ser rêjîma Beşar Elesed û nepabendkirina wê bi cîbicîkirina biryarên navdewletî, ew bi xwe jî beşdarbûn di tawankariyê de ye, û destnîşan kir ko sersariya rêjîmê ji ber ew bi cibicîkirina biryarên navdewletî nehatiye pabendkirin.
Roja çarşembê sê zarok mirin û 24ên din bi jehrî ketine, hin ji wan rewşa wan metirsîdar e, li bajarê Zemleka bi sedema heyberin xerabûyî xwarine
Berê jî bijîşk û çalakvanan sala 2013ê bi dehan kesên bijehrî ketine li herêmê tomar kirine, bi sedema heyberên xerabûyî û ava nayê vexwarin, û tekez kirine ko hêzên rêjîma Esed berpirsên jehrîketina wan in.
Li gora rêkxistina Netewên Yekgirtî ya zaroktiyê (UNISEF) di eylûna borî de belav kir, ko 8.5 milyon zarok li Sûriyê bi rewşa jiyana aloz daxbar bûne, her weha raporta komela navdewletî ya mafên penaberan got ku zarok li Sûriyê buhayê herî giran didin.
Hêzên Beşar Elesed herêma Xûta rojhilat ji çend salan ve dorpêç kiriye, û nahêlin heyberên xwarinê û darman derbas bibin an kêm derbas dibin, ko bû sedema mirina hejmarek sivîl bi ji encama birçîbûn û jehrîketinê û kêmguhdana tendiristî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans