Encûmena xwecihî ya bajarokê Elteh yê bi ser navçeya Hîş ve ye, li herêma Meeret Elnuman li parêzgeha Idlibê, tekez kir ko bajarok bi sedema êrîşên rêjîmê û Rûsya û milîtanên Îranê piraniya bargehên giştî û malên xelkê wêran bûne.
Encûmenê di daxuyaniyekê de li ser malperên medya civakî duhî belav kiribû, got ku bajarok ketiye ber operasiyoneke bombebarana bejî û asmanî ya ko çeteyên Esed serpereştiya wê dikin, bi piştgiriya dagîrkerên Rûs û milîtanên Îranî, û bû sedema wêranbûna malên sivîlan.
Daxuyaniya Encûmen destnîşan kir ku bombebarana Esed û hevalbendên wî hişt ko xelk hemû ber bi bakur ve biçin, û bal kêşand ser ko ew aloziyan dibînin û nikarin nanê rojê bi dest bixin.
Encûmena xwecihî di daxuyaniya xwe de bang li rêkxistinên mirovî û komelgehên xêrxwaz kir, ji bo destê alîkariyê ji xelkên ku dest ji malên xwe berdane re pêşkêş bikin, ji ber ew bi sedema fişara tawanên çeteyên Esed û Rûsya û milîtanên Îranî; bê tiştek ji malên xwe derketine.
Bajarokê Elteh yê bi ser gundewarê Idlib ve ketiye ber êrîşeke hovane ya asmanî û bejî ji destpêka operasiyona li ser gundewarê Hema yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr, ya rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên Îranî serpereştiya wê dikin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî