Duh Sêşemê 24/3 Encumana Niştimanî ya Kurd alîkarîya diravî bi nirxê 400 hezar lîrên Sûrî li kesên ku li bajarokê Tiltemir mane ji bo parastina malên xwe ji êrîşên DAIŞê belvakir.
Behcet Şêxo endamê xwecihiya Tiltemer, ji mere diyar kir ku wan 5 hezar lîre li ser 80 kesên sivîl li bajêr belavkirin.
Yûsif Mi’ê welatiyeke ji Tiltemirê ye ji peyamnêrê me re tekez kir ku wan ev alîkarî ji ENKS wergirtine û got “em spasiya Encumanê dikin li ser vê alîkariyê, ku di demeke tengayî de hate belavkirin”.
Hêjaye gotinê ye ku ji despêka êrîşa DAIŞ li ser gundewarên Tiltemir di Sibata bûrî de tevaya jin û zarorkên bajêr jê derketin û tenê mêr ji bo parastina malên xwe mane.
Jêder: Hevbendî