Piştî girtina nivîsgehên wê û binçavkirina 13 endamên emîndariyê îro 14-5-2017 Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS yekemîn civata xwe li bajarê Qamişlo li dar xist .
Di dawiya civatê de endamên encumanê kongirekî rojnamevanî li dar xistin, têde giringtirîn xalên civata xwe ji alavên ragihandinê re diyar kirin.
Mehûmd Mele cîgirê serokê ENKS di kongirê rojnamevanî de ragihand ku wan di civatê de rûdanên dawî derbarê rewşa siyasî li Sûriyê û deverên Kurdî gengeşe kirin û bi taybet danûstendinên Cinêv ku biryar e di demeke nêzîk de destpê bikin, ji bilî gingeşekirina civata desteya bilind ya danûstendinan li gel nûnerên ENKS li paytexta Erbistana Sûdî Riyad ê Mele got ku gelek rê li pêşiya ENKS vekirî ne eger desteya bilind ya danûstendinan pêşinyarên ENKS derbarê guhertina belgeya çarçoveya cîbicîkirinê qebûl neke.
Derbarê kiryarên Partiya PYD cîgirê serokê ENKS diyar kir ku civatê ew kiryar şermezar kirin û ewê kar û çalakiyên xwe yên sivîl berdewam bikin û sozê didin gelê kurd ku xebata wan li dijî kiryarên PYD wê berdewam be.
Tê zanîn ku ta vê gavê sê endamên emîndariya giştî ya ENKS di zindanên PYD de binçavkirî ne.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê