Welatiyên bajarê Qamişlo roja Înê 20-1-2017, li ser banga emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, mangirtinek ji bo doza serbestberdana girtiyên siyasî yên ENKS ên di zindanên esayişên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD li hember bargeha Netewên Yekbûyî li dar xistin, û siloganên pirotestokirina kiryarên PYD û wêneyên girtiyan bilin dkirin..
Hesen Salih endamê emîndariya ENKS kiryarên PYD şemrmezar kirin, bi taybet revandina termê pakrewanê pêşmerge yê ku duh Pêncşembê 19/1/2017 li gundewarê Çilaxe hat xaksipartin. û got ku pakrewan xwedan hurmeteke taybet in, û divê PYD rêzê ji wan re bigre, her wiha divê PYD kiryarên xwe yê dijî miletê kurd û bi taybet partiyên ENKS rawestîne.
Tê zanîn ku hejmareke ji girtiyên ENKS ji 15 heyva tebaxê de di zindana Elaya de binçavkirî ne.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Hevbendiyê