îro 29 Tebaxê emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd civînek li Qamişlo li dar xist têde pêşveçûnên dawî li Sûriyê û li devera kurdî û rewşa rêxistinî ya encumanê hatin gengeşekirin.
Ibrahîm Biro serokê ENKS ji me re da zanîn ku sekretariya giştî pirojeyên ofîsên encumanê pesend kirin.
Her wiha Biro got “di civatê de bi firehî li ser rewşa herêma Kurdî ku rastî koçberiyeke bê hawe tê sekinîn , û sedemên vê koçberiyê vegerandin biryarên hatine dan ji aliyê rêveberiya xweser ya bi ser Partiya Yekîtîya Dîmuqrat ve mîna (baceyan û leşkeriya neçar…..)” .
Di heman demê de Biro diyar kir ku emîndariyê doz li xwecihiyên ENKSê kir ku di roja Şemiyê de 5 êlûnê derkevin xwepêşindanan di bin durşima ( na ji koçberiyê re).
Jêder: Hevbendî