Encumana Niştimanî ya Kurd, îroj 3/2/2015 civatek li Qamişlo li dar xist, ji bo hersî nûnerên xwe ji bo Lêvegera Siyasî ya Kurd piştî hejmara lêvegerê kirin 36 destnîşan bike .
Li gor ku endamê ENKS , Hesen Salih ji me re tekez kir, destnîşankirina hersî nûnaran bi şêweyekî lihevkirinê bû, ku her yek ji Partiya Dîmoqrata Kurdistan-Sûriya û Partiya Yekîtî Ya Kurd û Partiya Dîmoqrata Pêşverû Ya Kurd nûnerekî xwe pêşkêş kir.
Li gor biryara hatiye standin ku lêvegera siyasî ya kurd wê yekemîn civata xwe di 5ê vê heyvê de lidar bixe.. lê derbarê destnîşankirina nûnerên ENKS di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de li şûna nûnerên partiyên ji ENKS dûrxistî/ Yekîtî,Partî Û Wifaq/ Salih got : ” Ev babet di civata Emîndariya Giştî Ya Encuman de wê bê goftûgokirin”.
Ji aliyekî din ve Encumana Niştimanî Ya Kurd dema bestina kongirê xwe yê sêyemîn di nîvê Nîsana bê de destnîşan kir.
Herweha Encuman rewşa Kobanê û bûyerên vê dawiyê li Hesekê rû dan goftûgo kirin.
Jêder : Hevbendî