Li ser banga xwecihiya Amûdê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, welatiyên Amûdê bîranîna pêncemîn a komkujiya Amûdê vejandin.
Bi hilgirtina gurzên gulan û wêneyên pakrewanên komkujiya Amûdê, welatî li ser gorstina Şermola kom bûn û kêlîkek bêdeng li ser giyanê şehîdên wê rawestiyan.
Gotina encumana xwecihî ya bajarê Amûdê ji hêla serokê wê Ebdulwehab Kurimî ve hate xwendin, û tê de hûrgiliyên herdû rojên dijwar anîn ziman.
Kurimî gulebarana xwepêşanderên sivîl ji hêla çekdarên PYD şermezar kir, û doz li hêzên kurdistanî kir ku vekolînê di komkujiya Amûdê de bikin û kujeran ji dadgehan re pêşkêş bikin.
Gotina malbatên Pakrewanan ji hêla Ebdulbaqî Seyda ve hate xwendin, têde sipasiya hemû kesên beşdar kir, û doza damezrandina komîteke yasayî kurdî kir da ku vekolînê di bûyerên komkujiya Amûdê de bike, û kujeran ji bo dadgehan pêşkêş bike.
Tê zanîn ku di 27-6-2013 çekdarên PYD êrîşî xwepêşindanekê li bajarê Amûdê kirin, û xelkên sivîl gulebaran kirin, û du rojan bajar dorpêç kirin, û di encamê de şeş kes şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn, her weha nêzî 100 welatî girtin û êşkence kirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê