Li ser banga Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, welatiyên Qamişlo û encumanên xwecihî, roja Duşemê 10-12-2018 roja Cîhanî ya Mafê Mirovan vejand.
Li kolana Siyahî, li hember baregeha Netewên Yekbûyî, bi sedan welatiyên Qamişlo û endam û alîgirên ENKS kom bûn û roja Cîhanî ya Mafê Mirovan vejandin .
Peyamnêrê me li Qamişlo diyar kir ku beşdaran silogan û duruşemên girêdayî vê helkeftê bilind kirin, û di heman boneyê de doza serbestberdana girtiyên siyasî yên di zindanên Rêjîmê û Partiya PYD de kirin.
Gotina Emîndariya giştî ya Encumenê ji hêla endama desteya serokatiya ENKS Fesla Yûsif hat xwendin, têde li ser zilim û sitmkariya ku gelê Kurd li Sûriyê ji destpêka avakirina Dewleta Sûriyê ta desthilatdariya partiya Elbes axivî.
Yûsif di gotina xwe de behsa êş û azarên gelên Sûrî li ser destê partiya Elbes kir, û doz ji Netewên Yekbûyî û Civaka Navdewletî kir ku dawiyê li vê sitmkariyê bînin, û desthilata yekalî hilweşînin da ku gelên Sûrî li welatê xwe bi dîmuqratî mîna miletên cîhanê bijîn.
Tê zanîn ku Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS di civata xwe ya dawî de bang li hevwelatiyan kiribû ku vê rojê vejînin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê