Encumana Niştimanî ya Kurd yekemîn civata xwe piştî kongirê xwe yê sêyemîn roja 30 Hezêranê û 1Tîrmehê li Qamişlo li dar xist, têde Belgeya Siyasî û Sîstema Hundirîn yên ENKS piştî gengeşeyên ber fireh hatin pejrandin, her wiha pesendkirina hêza pêşmergeyên kurdên Sûrî yên ku li herêma Kurdistanê hatine perwerdekirin weke hêzekê bi ser encûmenê ve li gor ku Fesla Yûsif endama ENKS ji malpera me re diyar kir.
Her weha hejmarek ji ofîsan hatin damezrandin ji wan ( Ofîsa Yasa Û Lêpirsînê – Ofîsa Ragihandinê – Ofîsa Pêwendiyên Derve Û Têkiliyên Niştimanî……….)
di dawiya civatê de Komîta Têkiliyên Derve hate helbijartin ya ku ji van kesan pêk hat: ( Si’ûd Mele- Ibrahîm Biro- Nimet Dawûd- Fêsel Yûsif- Ebdulhemîd Derwîş- Ehmed Sîno- Kamîran Hac Ebdo)
Jêder: Hevbendî