Encûmena Niştimanî ya kurdî li Sûriyê (ENKS) êrîşa hovane ya rijêma Esed li ser xelkê Xûta Şamê ya rojhilat şermezar kir û gaziya Netewên Yekgirtî kir ji bo mayîtêkirinên xwe bike ji bo parastina sivîlan.
ENKS’ê daxuyaniyek da û têde gotiye ku piştî têkçûna hewlên rijêma Esed di têkşikandina îradeya xelkê Xûta rojhilat ya dorpêçkirî, rabû bi siyaseta birçîkirina dirêj û binpêkirina rêkeftinên kêmkirina tundutîjiyê, yekser ji çend heftiyan bi bombebarankirina navçeyên qerebalix bi nişteciyan bi awayekî bitewş û pêkanîn şerê qirkirina sivîlan, ku bûye sedemê şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan ji xelkê sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, zêdebarî wêrankirina jêrxana bingehîn û serekî û bi taybetî wêrankirina navendên pizîşkî û xizmetgozariyê, û xwe amadekirin bo pêkanîna şerekî bejikî bi pêrewkirina siyaseta erda şewitî.
ENKS’ê bal kişandiye ku kiryarên hovane yên Rijêmê û bombebarana bitewş û giştgîr dibe binpêkirinek ji yasa mirovî ya navdewletî re, û dibe gefeke rasterast li ser pirosêsa siyasî û lawazkirina çareseriya siyasî li Sûriyê û bizavên navnetewî yên ji bo vê yekê.
ENKS’ê bang li civaka navdewletî kir ji bo rabe bi erkê û karê xwe ji bo pêşvebirina pirosêsa siyasî ber bi cêbicêkirina biryarên navdewletî û nemaze cêbicêkirina daxuyaniya Cenêvê û biryara 2254.
Jêder: Beşê Kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê