Balefirên Hevpeymaniyê hindek êrîşên Azmanî bi ser bajarên sînorê Sûrî – Tirkî de birin. Nîvê bajarê Harimê bi bêtirî 6 êrîşan armanc bû, di encamê de 4 zarok şehîd ketin û gelek birîndar bûn, herweha wêranek gewre di avahî û dikanan de li kolana girtîgehê çêbûn. Bajarê Sermeda jî ket ber armanca sarûxên balefirên cengî yên hevpeymaniyê û di encamê de hinek birîndar ketin. Li Helebê ji ber bumbebarankirina balefirên hevpeymaniyê ji komeleya Kehreba re li Gundewarê Helebê yê Rojavayî şeva Çarşembê 6 sivîl hatin kuştin û 4 birîndar bûn.
Hêja ye gotinê ku Hevbendiya Niştimanî Sûrî di demeke berî niha de daxuyaniyek derxistibû tê de ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî xwestibû ku ” armanckirina deveran divê bi hûrbînî be, û divê pêşdetirîn gudan bi saxlemiya sivîlan be”, ew jî piştî gelek ji xelkên deverên Sûrî ketin ber derbên Hevpeymaniya Navdewletî.
jêder: Hevbendî