Helmeta leşkerî ya hovane ya ku hêzên Esed serpereştiya wê dikin, bi piştevaniya milîsên Hizbulaha Libnanî û pasdarên Îranî û bi sîwaneke asîmanî Rûsî li ser bajarê Helebê, hişt ku piraniya dibistanan bê girtin ji tirsa li ser jiyana xwendekaran, piştî topbarankirina hin dibistanan di dema bûrî de, ku di encam de bi dehan bûne qurbanî.
Marsêl Şihwaro Rêvebera Cîbicîkar ya Rêkxistina “Kiş Melek” ya ku hejmarek ji dibistanên bajarê Helebê birêve dibe got” Dibistanên rêkxistinê hatine girtin ji ber betlaneyê, û ji nû ve venabin piştî topbarankirina himbiz di rojên bûrî de. Û got ku ew nizane bê wê kengî ew dibistan vebin, lê ew bêhêvî jî nabe”.
Rêkxistina navbûrî 7 dibistanên ku 110 mamoste têde hene birêve dibe, ku piraniya mamosteyên wan nû dest bi vî karî kirine, û xizmeta derdora 3000 şagirt li bajêrê perçekirî dike, ku ji aliyê hêzên rêjîma Esed di rêya topbarankirina berdewam û bermîlên teqîner hatiye wêrankirin. Û navê “Kiş Melek” wateya wî mirina Melek e di lîstika Şitrencê de, ku bîroka avakirina komarek demokrat li Sûriyê di şûna dektatoriyeta Esed e destnîşan dike.
Bajarê Helebê yê ku ji mezintirîn bajarên Sûriyê dihate nasîn, berya cenga ku rêjîma Esed derheqê gelê Sûriyê de pêk aniye, ku niha rastî topbaraneke himbiz tê, ku hêzên rêjîma Esed bi piştevaniya êrîşên asîmanî yên Rûsya dixwazin careke din Helebê dorpêç bikin, û destê xwe deynin li ser deverên azadkirî ku derdora 350hezar welatî li wan deveran hene.
Di hevpeyvînekê de ligel”Reuters” Şihwaro lêzêde kir:” Dema ku tu di warê fêrkirinê de kar dike, tê bi giringiya hebûna nifşekî din hest bike, û ev nifş bi hewceyî derftekê ye ji bo fêrkirinê”.
Şihwaro berdewam kir:” Em tenê ji bo demeke nêzîk fikir dikin. Ka em danûstendinê li gor rewşa niha bikin. Eger Helebê hat dorpêçkirin emê çareseriyeke afirandî ji bo rûbirûbûna vê yekê bibînin. Ev yek girêdayî berxwedanê ye”.
Rêkxistinê di sala 2011an de, dest bi avakirina dibistanan li bajarê Helebê kiriye, ku di destpêkê de baragehên dibistanên normal bikar dianîn, lê rewş hate goherîn piştî ku hêzên hikûmî dibistana Eyn Calot li Helebê di sala 2014an de topbaran kir. Şihwaro got; ku 32 zarok di wê êrîşê de hatibûn kuştin.
Şihwaro destnîşan kir ku yek ji mamosteyan jê re gotiye:” Çima em zaroknan fêr dikin, ku dê heftiya bê bimrin?Lêzêde kir:”Ew li zarokan dinêrin û pêşbîn dikin ku dê ewê bibin qurbanî.
Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ragihand ku balafirên Rûsya 25 dibistan li bajar û bajarokên Sûriyê ji destpêka êrîşên Rûsya dagîrker ve di 30ê Îlona 2015an de kirine armanc.
Ew dibistanên armanckirî ji aliyê balafirên Rûsya ve li Helebê (14 dibistan), (6 Idlibê), (3 Şam), û yek li Dêra Zorê û yek li Reqayê hatine topbarankirin.
Hikûmeta Demkî bang li Civaka Navdewletî û Desteyên navdewletî yên bi fêrkirinê û zarokan pêwendîdar in û di serê wan de Neteweyên Yekgirtî û Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî bo karûbarê zarokan (UNICEF) û Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî ya perwede û zanîn û çandê (UNESCO) kir ku bi rola xwe rabin derbarê parastina zarokên Sûriyê û jêrxaneya taybet bi zaroktî û fêrkirinê, û stendina biryarek diyar û eşkere derbarê êrîşên Rûsya yên hovane.
Hikûmetê banga xwe nûkir û daxwaz ji Encumena Ewlwkariya Navdewletî kir ku bi karekî cidî rabe derbarê tiştê ku tê serê welatiyên Sûriyê mîna tawanên tinekirinê yên sîstematîk ji aliyê rêjîma Esed û milîzên mezhebî yênligel wî şer dikin,herwiha dagîrkirina Rûsya û Îranê.
Jêder:Hevbendî