Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Fûad Elîko, di hevdîtinekê li gel beşê Kurdî ji kenala Orient, got ku ew vexwendina ji Encumana Niştimanî Ya Kurd re bo civîna Asîtana hatiye, ne vexwendineke kesayetî ye, lê belê ji bo pileya wan ya fermî ye. Brahîm Biro wek“ serokê Encumana Niştimanî Ya Kurd”, û D. Abdulhakîm Beşar wek endamê Desteya Bilind Ya Danûstandinan û cîgirê serokê hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî, û avokat Derwîş Mîrkan wek rawêjkarê yasayî ji şandeyê re, û ew ji hêla Encumana Niştimanî ya kurd ve hatiye destnîşankirin.
Û Alîko diyar kir ku Encumana Niştimanî Ya kurd ew e aliyê ku nûnerîtiya kêşeya Kurdî dike, û wê bi xurtî berevaniyê di ber kêşa gelê xwe de bike. Lê PYG di pirogramê xwe yê siyasî de dest ji pirojeyê netewî berdaye, û ew bi tiştin din ve mijûl e.
Û Alîko amaje kir ku “Asîtana” gaveke destpêkî ji çareseriya siyasî re tê dîtin, ji bo çesipandina agirbestê, û paşre dest bi çareseriya siyasî li cinêvê bibe.
Û derbarê neşandina vexwendinê ji PYD re, endamê desteya siyasî da zanîn ku ew ji ber cihê şaş e yê ku PYD lê rawestiyaye li kêleka rêjîmê, û dijîtiya wî ji yekîneyên rikberiyê re yên ku amadebûna wê red kirin.
Tê zanîn ku vexwendin roja sêşembê 17/1/2017 ji ENKS re ji bo amadebûna li civîna Asîtana wek nûnerekî bi tenê ji gelê kurd re hatiye.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê