Stîvan Van Roş balyoz û rêveberê sekertariyê di Girûpa Dostên Sûriya de tekezî kir li ser” piştevaniya girûpa navhatî bo Hikûmeta Sûriya Demkî di pengava li pêş xwe daniye ji bo veguhestina bo welêt “, herwiha di çavpêketina xwe de ligel Mihemed Yasîn Necar Wezîrê Pêgihandina Hikûmeta Demkî, matmayna girûpa navhatî diyar kir derbarî ” derngiya standina biryarên pêwîst û bilez di van bardeoxên welat têre derbas dibe”, û ji aliyê xwe ve Necar bal kişand ser sozên pir yên hatine dayîn ji aliyê dewletên piştevan, û pêkanîna wan li benda avakirina kabîna Hikûmeta nû ye , û tekezî li ser giringiya avakirina hikûmeta nû kir bo berdewamkirina karê Hikûmetê bi awayê ku xizmeta şoreş û gelê Sûriyê bike, herwiha Wezîrê Pêgihandinê şiroveyek têr û tesel pêşkêş kir li ser giringtirîn pirojeyên hatîn bicihkirin ji aliyê wezareta navborî ve, bi pereyin kêm, eger bi tiştên ku pêk hatine bên pîvan.
Jêder: Hevbendî + Hikûmeta demkî