Duhî goreke komel li devera Xan el-E’sel li gundewarê Helebê ji aliyê sivîlan ve hat dîtin, ku kelxê 3 miriyan yek ji wan zarok bû têde hebûn, ew qurbanî bi destê hêzên Esed hatibûn gulebarankirin, û li gor pizîşkiya yasayî ew kes ji berî nêzî çar salan ve hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya pizîşkê yasayî Hesen Obe’id ya ji bo ajansa “Smart” dabû, got ku kelxên ji aliyê sivîlan hatine dîtin, termên du mêr û zarokekî bû ji berî çar salan ve hatibûn gulebarankirin, li devereke nêzîkî bajarokê “Xan el-E’sel” li rojavayî parêzgeha Helebê hatin dîtin.
Ew pizîşkê term pişkinîn kiribûn da zanîn ku odeyeke piçûk li nêzîkî goristanê heye, ji bo kuştinê dihat bikaranîn, û got ku ew kes rûniştî bûn dema hatin gulebarankirin, û piştre cenazeyên wan çar mitran hatine kişandin û piştre bi bikaranîna coreke taybet ji sotemeniyê hatine şewitandin.
Çalakvanekî ji bajêr ji ajansê re diyar kir ku di dema kontrolkirina deverê de ji aliyê hêzên rejîma Esed, efserek bi navê “Alî Elceraş” hebû, kiryarên darvekirinê li dijî sivîlan pêk tanîn.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê got ku ev belgeyek nû ye, dirindebûn û hovîtiya leşker û efserên rejîmê û pêkanîna wan ji hemî coreyên tewanan re diyar dike.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, bi sedan komkujiyên seranserî heşt salên dawiyê li Sûriyê yên bi destê rejîma Esed dokument kirine, û komkujî bi rêya armanckirina rasterast bi çekên giran û cuda û pêşketî yan jî bi rêya komkujî û şewitandinê hatine pêkanîn, weke komkujiya Holê û Trêmsê, û Hevbendiya Niştîmanî cext kir li ser pêdiviya aktivkirina mekanîzma bêalî ya navnetewî ji bo sizadana sûcdarên şer, û veguhestina dosya Sûriyê ji bo Dadgeha Tawanên Navnetewî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê