Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Hevbendî û ENKS’ê Revandina Berêz Fêsel Yosif Ji Aliyê Milîsên PYD’ê Şermezar Kir

April 2, 2018
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
Hevbendî û ENKS’ê Revandina Berêz Fêsel Yosif Ji Aliyê Milîsên PYD’ê Şermezar Kir

Sikirtariya giştî ya ENKS’ê daxuyaniyek şermezarkirinê derxist derbarê revandina Fêsel Yosif endamê desteya serokatiya ENKS’ê û rêxerê giştî yê Tevgera Çaksazî kurdî- Sûriya ji mala wî li Qamişlo ji aliyê milîsên “PYD”ê, û têde daxwaza serbestberdana wî û sercem girtiyên siyasî kir, û ENKS’ê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ewê xebata xwe berdewam bike û ji van kiryaran natirse.

Di daxuyaniyê de hatiye ku ” îro 02.04.2018, milîsên PYD’ê careke din û bi şêwazekî rêbazkirî rabûn bi zêdegaviyekê bi êrîşkirina li ser mala mamoste Fêsel Yosif endamê serokatiya ENKS’ê û rêxerê giştî yê Tevgera Çaksazî kurdî -Sûriya bi sê otombêlên mişt çekdar û ew revandin ber bi cihekî nediyar bi şêwazekî dûr ji tîtal û rewştên kurdayetiyê û dûr ji piransîpên mirovî û bê berçavgirtina rewşa wî ya tenduristî wî, wek hewleke bêhûde ji bo têkşikandina xebat û pirojeya netewî ya ENKS’ê û siyaseta wê ya ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji qeyrana Sûriyê re û bidestxistina mafên netewî yên gelê kurd, hevdem ku ji “PYD”ê tê xwestin ku lêvegerekê ji siyaset û helwestên xwe re çêke, nemaze piştî bobelata Afrînê û herwiha dest ji siyaseta xwe ya takalî û riftarê xwe yên bi darê zorê û zibruzengê sepandine “.

Ji aliyê xwe ve, îro Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe nîşan da li hember destdirêjiya li ser mala endamê serokatiya ENKS’ê û rêxerê giştî yê Tevgera çaksazî kurdî – Sûriya Fêsel Yosif li Qamişlo û revandina wî ber bi cihekî nediyar de, herwiha gefên milîsên terorîst yên nivîsîkî û vîdiyokirî yên bi kuştina endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Fûad Alîko û Ibrahîm Biro, endamê desteya danustandinan û serokê berê yê ENKS’ê bi sedema helwestên wan yên dijî terorê û desthilata kotekî û piştgiriya wan ji şoreş û azadiya xelkê Sûriyê re.

Hevbendî milîsên PYD’ê berpirsyar dît li hember jiyana mamoste Fêsel, û hevdem li hember her xirabiyekê li dijî her têkoşerekî yan li dijî malbat û hevalên wan yên rûbirû gefxawarinê dibin, ji wan serokê encûmena xwecihiya Afrînê ya ENKS’ê “Ebdulrehman Apo”, û herwiha daxwaza rawestandina piştgiriyê û bersingirtina berdewamiya wan kiryar û tawanan ji aliyên palpiştên wan milîsan kir.

Jêdder: Beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post

Derbarê Destdirêjiyên PYD'ê Û Hilmetên Wê Yên Girtin û Binçavkirina Têkoşerên Kurd

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.