Şanda Desteya Sûrî li ser daxwaza wan bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî serokê desteyê û endametiya birêz Ebdilîlah Elfehed bi şanda serokatiya Encûmenê û bi amadebûna nûnerîtiya wê di desteya siyasî ya Hevbendiyê û desteya danûstandinan li bargeha nûnerîtiya Encûmena Istanbulê civiyan.
Dr. Nesir Elherîrî rewşa pirosêsa danûstandinan li ser gerên berê û giringiya çareseriya siyasî ya qeyrana heyî li gora biryarên Encûmena ewlehiyê û encamên kongira Riyad 2 û giringiya lihevkirinê li ser rewşa dîtina paşeroja welat şirove kir.
Ji hêla xwe ve şanda serokatiya Encûmenê tekez kir ko taybetiya miletê Kurd û mafên wî yên netewî yên rewa di destûra welat de û nûnerîtiyeke dadwer li komîta destûrdanê de berçav bigirin û giringiyê bidine çareseriya siyasî wek bijarteya herî baş.
Herdu aliyan li ser giringiya hevdîtinan û li hev guhdarîkirina dîtinan li ser pirosêsa siyasî û paşeroja Sûriyê tekez kirin.
Jêder: beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî