Kordînasyona bersivdanê li bakurê Sûriyê, duhî di raporta xwe de eşkere kir ku kampanya leşkerî ya hêzên rejîma Esad û Rûsya li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan, li bakurê Sûriyê, her ji destpêka meha reşemehê ve, bûye sedema kuştina 833 kesên sivîl, di nav de 236 zarok.
Raportê da zanîn ku wê kuştina 61 sivîlî, di nav de 14 zarok, di hefteya 20an de her ji destpêka kampanya leşkerî ya li dijî Idlib û gundên deşta Hema û Latakyê bi belge kiriye.
Raportê bal kişand li ser koçberbûna 89.144 malbatan, bi qasî nêzîkî (579.257) kesî, ji deverên bakurê Sûriyê yên hatine topbarankirin her ji 29’ê nîsanê heta 24’ê cehzîranê, û koçber li ser bêtir ji 35 xalan, li navçeyên “Mertala Firatê – Şaxa Zeytûnê”, û li ser kampên nêzîkî sînorê Tirkiyê hatine niştecîhkirin.
Raportê piştrast kiriye ku” berdewamiya hêzên rejîmê û Rusan li ser kampanya leşkerî li dijî parêzgeha Idlib û navçeyên derdora wê, her ji bîst hefteyan de û heta niha, diyar dike ku ew alî dixwazin trajediya sivîlên deverê dirêj bikin, û fişaran li ser wan pêk bînin da ku wan bi neçarî vegerînin deverên di bin kontrola xwe de”.
Raportê bal kişandiye li ser berdewamiya mirina sivîlên deverê ji encama oparesyona leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsya, ku hejmara qurbaniyan gihiştiye zêdetir ji 950 her ji îmzekirina peymana Idlib li êlûna 2018’an ve.
Raportê civaka navnetewî han daye, û daxwaza dubarekirina dariştina têgeha tawanên terorîstî û diyarkirina nasnameya berpirsê wan kiriye, û anîye ziman ku tawankar ji hemû kesî ve hatiye naskirin, û rêjîmê û hevalbendê wê Rusya û milîsên biyanî bi sereketirîn tawanbar dane zanîn.
Di dawiya raportê de, Hevrêzkarên Bersivdanê bang li civaka navnetewî û Netewên Yekgirtî kirine ji bo bi berpirsiyarên xwe li hemberî sivîlên li bakurê rojavayê Sûrîyê rabin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî