Hêzên Rêjîmê û milîtanên Hizbullaha tirorist, ev bûye 34 roj berdewam in di operasiyonên leşkerî de li herêma Wadî Bereda li gundewarê Şamê, di nav bombebaraneke tund de li ser gundê Eyn Elfîcê û Dêr Miqrin, piştî rojekê ji bidawîkirina kongirê Estane yê ko ji bo cîbicîkirina agirbestê lidar ketibû.
Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, wek rêjeyek orte, rojane 20 binpêkirin ji peymana agirebestê re, ji hêla hêzên Beşar û milîtanên hizbulaha tirorist ji destpêka agirbestê di 30.12.2016an de tomar kirine, û ji wê dîrokê ve 850 binpêkirin li Sûriyê çêbûne.
Binpêkirinên rêjîmê û milîtanên ko Îran piştgiriya wan dike, bêtirê wan dijî gundên herêma Wadî Bereda ne, bi mûşekên zemîn-zemîn û avêjtokên mûşekan û yên topên giran û tangên ko herêm dorpêçkirine.
Çalakvanan li herêma Wadî Bereda li gundewarê Şamê tekez kirin ko hêzên Beşar û milîtanên Hizbulah bi şêweyekî berdewam hewil didin ko têwirdana gundê “Eyn Elfîcê ji çar teweran ve bikin da deverê kontrol bikin û xelkên wê koçber bikin, di heman dema bombebarana bi mûşekên zemîn-zemîn ”, û topên giran ko herêmên bajêr û hêlên şer yên ko digel alayên şoreşgerên ko berevaniyê dikin amanc dikin, ji bo wan hewildanan têkbişikînin.
Li gora serjimara ku Desteya ragihandinê li herêma Wadî Bereda amade kiriye, 200 kes û bêtirê nîvê wan jin û zarok in şehîd ketine, hem jî bêtir ji 400 birîndarî hene, 150 ji wan hewcedarî derketina lezgîn in ji bo li nexweşxaneyan çareser bibin, piştî ko hemû nexweşxaneyên herêmê ji xizmetê derketine bi sedema amanckirina wan ya bi mebest. Û operasiyona leşkerî bûye sedema koçkirina 45hezar kesî bi sedema operasiyonên bombebarana bêserûber ya ko malên sivîlan amanc kirine.
Hêzên rêjîmê û milîtanên bi ser Îranê ve hewil didin ko operasiyonên koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî yên nû li derûdorê Şamê pêkbînin, piştî êrîşeke leşkerî ya bêhempa ya ko li ser herêma Wadî Bereda tê kirin, tev ko peymana agirbestê hatiye imzekirin jî, lê bi awayekî rêbazkirî dikin da desthilatdariya Beşar bihêztir bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî