Hêzên Esed nehiştin ku kerwanê alîkariyên navnetewî derbasî taxa We’ir ya dorpêçkirî li Humsê heta roja Şemiya bê bibe, ku biryar bû Duh, roja Pêncşemê ew kerwan derbas biba.
Ew kerwan ji 18 kemyonan pêk tê, û 4 hezar selikên xwarinê, alîkariyên tenduristî dinimîne, ji eslê 15 hezar selik, ku wê Neteweyên Yekbûyê wan li ser danan derbas bike, ku biryar bû dana duyem, roja Duşema bê derbas biba, û ya dawî piştî du heftiyan.
Derbasbûna kerwanên alîkariyan di çarçoveya wê yekê de tê, ku Neteweyên Yekbûyê dixwaze alîkariyan bighîne deverên dorpêçkirî li Sûriyê, lê alîkariyên ku derbasî taxa We’ir bûne nayên belavkirin ji aliyê Desteyên berpirs ve heta ku temam nebin.
Taxa We’ir ya ku ev sê sal in, rêjîma Esed ew dorpêç kiriye, derdora 14 hezar malabat lê dijîn, alîkarîên mirovî di dawiya sala 2015an de wergirtibûn, ew jî piştî rêkeftinekê ku di navbera Komîteya taxê û hêzên rêjîma Esed birêve çûbû, da ku dorpêç bê hilanîn, ku navborî di meha Avdara derbasbûyî de ew rêkeftin binpê kirin.
Herwiha, her du kerwanên alîkariyên mirovî derbasî Telbîsê bibûn, ku ya duyemîn di 3ê Gulana niha de derbas bibû, lê ya yekemîn bû armanca topên hêzên rêjîmê, û di encam de ziyanên madî çê bûn.
Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekbûyê “Ban- Ki-moon’ di gotareke xwe de, roja Sêşemê, di rûniştina berfireh ya derbarê parastina sivîlan, û guhdana tenduristî di nakokiyên çekdar de li pêşiya Encumena Asyişê destnîşan kir ku; hêzên rêjîmê alîkariyên pijişkî bi awayekî sîstematîk ji kerwanên mirovî hiltîne, û tedbîrên zehmet tîne holê ji bo zehmetiya bidestxistina guhdana tenduristî, û ev yek wiha wesif kir”Xeniqandin e bi terîşeke sor, ev tundûtêjî ye bi şêweyên bîroqratîk li şûna çekan, lê bi temamî wêranker e”.
Jêder: Hevbendî+ Ajansa Simart