Hêzên Esed Taxa We’ir li bajarê Humsê bi bumbeyin ku heybera “Napalim” ya şewatkar tê de heye armanc kir, di encamê de bidehan birîndar di nav kesên sivîl de ketin, hin ji wan şewatên wan dijwar in, herweha bînçikandin bi hin kesan re ji encama xazên ku ji bumbeyan derdiketn çêbû.
Hêzên rêjîmê ku li ser rêbenda Dîk Elcin (Rojhilatî taxa We’ir) û rêbenda Nexweşxaneya Leşkerî (Bakurî Taxê) cih girtine heft bumbeyên ku bi heybera Napalim ya şewatkar di wan de heye avêtin ser deverin cuda-cuda ji taxê, di encamê de 16 kes birîndar bûn, pirên wan jin û zarok bûn, birînên wan di nav orte û bitirs de bûn. Hejmarek ji wan piştî bînkişandina xazên van bumbeyan ji hiş çûn. Bîneran dîtina heyberek reng pirteqalî piştî vemirandina agiran li ser dîwaran tekez kir, û ev yek – li gor pisporên leşkerî- bikaranîna rêjîmê ji heybera Napalimê re di armanckirina taxê de tekez dike.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî tawanên rejîma Esed derheqê sivîlan û bumbebarankirina wî ji taxa We’ir re berî çend rojan şermezar kir. Berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit xwest ku ” Civaka Navdewletî dîsa berpirsyariya parastina sivîlan hilgre, di riya ferzkirina devereke aram li Bakur û Başûrê Sûryayê li gor vekolîna ku Hevbendiyê di vî derbarî de pêşkêş kiribû, da bibe penagehek aram ji sivîlan re li pêş bumbebarankirina rejîma Esed “.
Elmislit tekez kir “Ev bumbebarankirina hovane ya ku rejîma Esed wê dijwar dike, mîna veşartinekê ye ji bêhêvîbûna ku ew û milişiyên li kêleka wî şer dikin tê de dijîn, piştî têkçûnên ku li gelek deverên Sûriyê bi serê wan de hatin “.
Jêder: Hevbendî – Elerebiyê