Ji bo astengkirina jiyana welatiyên parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê, û berdewamkirina rêbaza destêwerdana di karûbarê welatiyan de, Doh roja Yekşemê hêzên rejîmê nehişt welatiyên Dera derbasî parêzgeha Qunêtira bibin, hevdem ligel pêkanîna helmeteke berfireh ya girtinê li gundên parêzgehê bi behaneya pêwendiya bi DAIŞê re.
Herwiha rêbenda bajarokê El-Alye ya bi ser istixbarata ewlekariya dewletê ve li bakurê bajarê Der’ayê, nehişt basên welatiyan biçine Qunêtira bêyî ku sedemê ji wan re eşkere bikin, û daxwaz ji welatiyan kirin ku kaxezekê ji cem ewlekariy wan gundan bînin ku vê yelê tekez bike.
Hin çalakvanên xwecihî da zanîn ku rêbendên rejîma Esed berya niha ne dihişt ku welatî debasî devera bêçek ya ligel Colana dagîrkirî bibin, lê niha nahêle ku bi yekcarî derbasî tevahiya parêzgeha Qunêtira bibin.
Çalakvanan amaje kirin ku girtin li gundewarê parêzgehê li her yek ji bajarokê Kefir Şems û gundên derdora wê li Dêr El-Edes û Dêr El-Bext û El-Senemên pêk tê, ew jî bi tometa ku berê pêwendiya wan ligel DAIŞê hebû.
Çalakvanan destnîşan kir ku helmeta girtinê bi hinceta tevlîbûna rêxistina DAIŞê berdewamî ye ji hin helmetên din re ku li her yek ji bajarokê Itman li gundewarê bakurê wê parêzgehê pêk hatibû, ku hêzên rejîma Esed bi dehan ciwan bi tometa DAIŞê girtibûn.
Û çalakvanan bal kişandin ser ku helmeta girtina ser malan ya bi tohmeta tevlîbûna rêxistina DAIŞ, ji bo temamkirina hin helmetên xwe yên din ên wek wan dibin, ku bajarokê Etaman yê gundewarê bakur jî dabû ber xwe, û têde rêjîma Esed bidehên xortan bi tohmeta tevlîbûna rêxistina DAIŞ girtibûn.
Tê zanîn ku hêzên rejîmê berya niha ev şêwe derheqê welatiyên bajarê Darya li rojavayê Şamê peyrew kiribû, ku nehiştibû ku ew derbasî Zebedanî bibin bêyî ku tekez bikin ku ew niştecî ne yan xizim û merivên wan li wir hene.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê/ Hin ajans