Hêzên rêjîmê û dezgehên wê yên ewlehiyê berdewam in di derxistina astengiyan ji sivîlan re, û her weha ji kesên berê di artêşa Sûrî ya azad de bûn re, ji yên ketine ber peymanên lihevhatina kotekî ya bi çavdêriya Rûsya di tîrmeha bûrî de pêk hatin.
Nivîsgeha belgehkirina şehîdên Der’a di raporta xwe ya duhî roja sêşembê de, anî ziman ko hêzên rêjîmê 13 kes ji parêzgeha Der’a di 48 demjimêran de girtine, ji nav wan 11 sivîl û şervanekî artêşa azad yê berê, û jinek ji bajarê Şêx Miskîn.
Berê jî beşê girtiyan yê bi ser nivîsgeha belgehkirina şehîdên Der’a ve, girtina rêjîmê ji 39 kesan re di meha eylûla bûrî de, ji wan 16 şervanên berê yên alayên şoreşê, ku neh serpereştên artêşa azad di nav wan de ne belgeh kirine.
Di heman pêvajoyê de hêzên Esed di 14 vê heyvê de bêtir ji 20 sivîlan ji bajarokê Beser Elherîr li Derayê girtine û ew bo leşkeriya neçar bo bajarê Laziqiyê şandine.
Û li çend herêmên parêzgehê hin kes bêtir ji carekê hatine girtin, û ev binpêkirinek berdewam e ji peymana lihavhatinê re, her weha nivîsgehê berê jî kuştina 12 kesan ji parêzgehê ji nav wan 6 zarok bi êşkenceyê li zindanên rêjîmê belgeh kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê kirdeyên hêzên rêjîmê derheqê hemû kesên di nav peymana lihevhatinê de ne pirotesto kirin, û tekez kir ko rêjîma Esed pabendiyê bi çi peymanê nake, û dibîne ko ew di siyaseta tolhildanê de ye, ya ko rêjîm bi hemû hevrikên xwe re bikar tîne.
Hevbendiya Niştimanî bêtir got ku amanc jê ew e, rêjîm careke din kontrolkirina xwe ya ewlekarî ya tund bisepîne, û bal kişand ser ko rêjîm asta hovîtiya xwe dijî sivîlên ko vedigerin wargehê xwe yên di bin kontrola rêjîmê de bilindtir dike.
Nivîsgeha Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî