Hêzên rejîma Esed careke din peymana Idlib bi rêya topbarankirina gund û bajarokên parêzgeha Idlibê binpê kirin, ew bumbebarana bû sedema koçberkirina tevahiya xelkê gundekî, û ev binpêkirin hevdem tên ligel binpêkirina din ya ji peymanên bi darê zorê re û girtina kesên sivîl li wan navçeyan.
Encumena gundê “Um Celal” li başûrê Idlibê, duhî li roja pêncşemê ragihand, ku bobelat li gund pêk hatiye û hatiye çolkirin, ji encama topbarana berdewam ji deverê re ji aliyê hêzên Esed û milîsên wê.
Serokê Encumena xwecihî “Deif Allah Elmir” ji ajsnsa “Smart” re got, ku hemû şêniyên gund yên hejmara wan nêzîkî 9,500 kesî ye, ji gundê xwe bar kirine, û koçberî gundên cîran bûne, ji ber bombebarana rojane ya dijwar li ser gund.
Serokê Encumena gund bal kişand ku xelkê gund li ser çend gundan belav bûne, û piraniya wan çûne gundê Eldêr Elxerbî , Eldêr Elşerqî, Ma’et Şemşa, Ma’ert Şemarîn, Papoulan û Tiqana, û tevlî kampên li taxên van gundan bûne.
Li gorî Encumena xwecihî, gund bi zêdetir ji 175 roket û topan hatiye bombebarankirin, tevî ku ew dikeve di nava herêma bêçek de ligor peymana Idlibê, ku bi vê topbaranê rê li ber jiyanê bi carekî hatiye girtin, û Encumenê bang li hemû rêxistinan kiriye, ji bo alîkariya koçberan bikin, nemaze ku werzê zivistanê destpê kiriye.
Û ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dît ku rejîm û Îran hewil didin ku rê li ber temambûna vê rêkeftinê bigirin, û Hevbendiyê dubare cext li ser giringiya parastina prymanê û nehêlana binpêkirinan û pêşxistina peymanê kiriye, ji bo peydakirina agirbesteke giştî.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji aliyê Rûsî kiriye ku bi erkên xwe rabe li hemberî vê bombebaranê û binpêkirinên berdewam ji peymanê re ên bi riya topbaran giran a hêzên rejîmê û milîsên Îranê li ser deşta Idlib û Hamayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê