Hêzên Esed û Rûsya berdewwam in li ser operasyonên xwe yên leşkerî li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, û li gorî çalakvanan ku topbaran bi awayekî bêserûber li bajarokê Xan Şêxon li gundewarê Idlibê dibe.
Li gorî çalakvanan, ku îro roja înê, welatiyek hate kuştin û yekî din jî birîndar bû jiber bombebarana bajarokê “Xanşêxon” bi bombeyên goşeyî.
Herweha duh li roja pêncşemê bajar jî rastî topbaranan hat, ku di encamê de sê welatiyên sivîl hatin kuştin, û li gorî parastina sivîl , 15 êrîşên asmanî ji aliyê balafirên Rûsî, û 35 ji aliyê balafiran Esed hatin pêkanîn, û bi 5 bermîlên teqîner û 7 topên giran hat armanckirin.
Herweha bajarokê Kafarsijnah bi 4 êrîşên Rûsî hat bombebarankirin, di nav wan de êrîşek ji hêla balafirên şer yên rejima Esed ve, herweha bajorkên “Midaya” û “xewîn” û “temanaa” û “Arminya” rastî heman êrîşan hatin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî