Hêzên ewlekarî û hêzên rejîmê li her yek ji Gundewarê Başûrê Şamê,û Gundewarê Bakurê Humsê helmeteke giritina ser mal û dikan û bazar û kolanan destpê kiriye, û çalakvan diyar dikin ku wan hêzan bi dehan ciwan girtine û bi zorê ew birine leşkeriya neçar.
Hin medyayên xwecihî amaje bi wê yekê kirine ku hêzên ewlekariya leşkerî yên ser bi rejîmê ve, helmetek girtina ser bazarên bajar û gundên Gundewarê Şamê pêk anîne, ku hin ji wan deveran tevlî prosêsa lihevhatinê jî bûne, û şeş welatiyên sivîl li Qudseya û çar li bajarokê El-Hama girtine, temenê wan di navbera 28 heta 45 salan de ye.
Herwiha hêzên rejîmê hin rêbendên demkî li meydanên giştî li bajarê Ceremana durst kirine, bi mebesta girtina ciwanên daxwazkirî ji leşkeriya yedek re.
Hevdem, ewlekariya rejîmê Pêr roja Çarşemê, mamoste û fermanberên rêveber di dibistanên Gundewarê Bakurê Humsê agahdar kirine, da ku riya xwe bi navenda leşkeriyê bixin derbarê tevlîbûna leşkeriya yedek.
Ewlekariya rejîmê ji rêveberiya dibistanên ku hatine agahdarkirin re gotiye: “Heger kesê hatiye agahdarkirin serî li navenda leşkeriyê nede, piştî mehekê ji roja agahdarkirina wî ger tevlî leşkeriya yedek nebe, dê tûşî sizayên yasayî bibe “.
Sizayên rejîmê bi gelek şêweyan e yek ji wan dûrxistina ji kar e, herwiha hin siza digihên asta dadgehkirina wan fermanberan li dadgeha leşkerî. Ev agahdarkirinên rêjîmê mamosteyên perwerdeya Siwêda, Hema, Hums, Gundewarê Şamê, Hesekê, Laziqiyê, Tertûs û Helebê li xwe digirin.
Hêzên rejîmê roja Sêşemê bi dehan ciwan ji bajarên El-Rihêbê rojhilatê Şamê kişandibûn -yên ku berya niha li ser kaxezên lihevhatina ligel rejîmê îmze kirbûn- da wan tevlî çeperên şer bikin.
Berya niha jî di meha Îlona derbasbûyî de, Hikûmeta rejîma Esed biryarek derxistibû, derbarê jikardûrxistina 185 mamosteyan ji tevahiya parêzgehên Sûriyê, heger tevlî çeperên şer nebin , ew şerê ku rejîma Esed ji Adara sala 2011an ve dijî gelê Sûriyê destpê kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê