Îro, serê vê sibehê, kesek hat kuşin û hin kesên din birîndar bûn, zarokek jî di nav wan de heye, ji encama êrîşên balafirên şer yên rejîma Esed li ser bajarokên gundewarê başûrê Idlibê.
Li gorî çalakvanan zeviyên li derdora gundê “Ereb Said” li rojavayê Idibê ji aliyê balafirên şer yên Esed bi mûşekên valahî hat bombebarankirin.
Herwiha bajarokê “Alhibt” û gundê “Alqesabiyê” li başûrê Idlibê, ji aliyê helîkopterên rêjîma Esed ve bi bermîlên teqîner hatin topbarankirin.
Parastina Sivîl ya Sûrî got ku hejimara kuştîyên ji encama operasyonên leşkerî yên rejîma Esed û Rûsyayê heta duhî roja Înê, gihîşt şeş şehîdan, di nav de çar zarok, li gel birîndarbûna 19 kesan jî, di nav de şeş zarok, şeş jin, û diyar kir ku êrîş hatine pêkanîn ” li biniya deşta başûr û dûr ji hêl û eniyên şer”, weke amajekirinekê ku rejîm deverên nişteciyan armanc dike.
Ji ber vê yekê nimêja înê li piraniya deverên deşta Idlib û Hemayê hatin betalkirin, ji encama firîna balafirên şer li esmanê deverê, û tirsa xelkê ji êrîşên rejîmê li ser cihên civat û kombûna welatiyan.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez kir ku welatiyên sivîl “baca nebûna civaka navnetewî didin” û dît ku “dewletên kartêker” heger bixwazin dikarin rabin bi rawestandina êrîşên leşkerî li ser deverên sivîlan”, li gel sepandina çareseriya siyasî li gorî biryarên navnetewî.
Wê tekezî kir li ser pêdiviya lezgîn ji bo pêşkêşkirina alîkarîya mirovahî û bijîşkî ji bo feqîran li Idlib û deverên ser sînor, piştî koçberbûna bi sedan hezar kes ji cih û warên xwe ji ber bombebaranê, û cext li ser girîngiya pabendiya bi peymana Idlib û agirbestê kir.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî