Hêzên rijêma Esed nehêlan penaberên kampa “Elyermûk” vegerin li ser malên xwe bi bihaneya ku aramî li navçeyê nîne, hevdem çalakvanan tekez kirin ku kiryarên talankirin û dizînê hêjî li kampê ji aliyê çeteyan ve dibin.
Hin dezgehên medaya xwecihî belav kirin ku rêbendên hêzên rijêmê yên li kolanên Elyermûk û Filistîn û Elselasîn û Eli’rûba yên nêzîkî taxa Eltedamin, rê nedan derbasbûna xelkê bo nav kampê, bi bihaneya hebûna mînan li nav xaniyan û nearamiya kampê heta vê gavê.
Hêjayê gotinê ye ku kampa Elyermûk rastî oparesyoneke leşkerî ya dijwar ji aliyê hêzên rijêma Esed hatibû, û bibû sedema wêrankirina wê bi awayekî tevayî, û ji aliyê hin rewşenbîrên Sûrî û Ereb ve hatibû tekezkirin ku ev yek dikeve xizmeta armancên Îsraelê.
Li aliyekî din, hin wêne ji hindur kampê ji aliyê çalakvanan ve hatibûn belavkirin, kiryarên dizîn û talankirina mal û dikanên kampê li ser destê hêzên rijêmê û alîgirên wê didan xuyakirin.
Rojnameya “Le Monde” ya Fransayî raportek derbarê kampa Elyermûk belav kiriye û gotiye ku kamp bûye goristina penaberên Filistînê piştî derxistina wê ji destê rêxistina “DAIŞ”.
Rojnameya “Le Monde” gotiye ku kamp li sala 1957’an hatiye damezrandin û ji berî sala 2011’an nêzîkî 150 hezar penaberên filistînê têde dijiyan, û îro nêzîkî dused penaberî bi tenê têde dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî