Hikȗmeta Sȗrȋ a Demkȋ kongirek çapemeniyê șeva bȗrȋ li bajarȇ Xazȋ Entab derbarȇ ȇrȋșȇn rejȋma Esed bi Xaza Kilorȇ li ser bajarȇ Sermȋn li Gundewarȇn Idlibȇ lidar xist. Ȗ bi amadebȗna wezȋrȇ tenduristiyȇ Mihemed Wecȋh Cum’a, wezȋrȇ rȇvebiriya xwecihȋ Hisȇn Bekrȋ, ȗ endamȇ Hevbendiya Niștimanȋ Cewad Ebȗ Heteb.
Hikȗmeta Demkȋ di kongir de ji Civaka Navdewletȋ ȗ Encumena Ewlehiyȇ xwest ku divê rêşûnên lazim derheqȇ Esed pȇk bȋnin, ji ber ku Xaza Kilorȇ ȗ bermȋlȇn teqȋner di ȇrȋșa șeva Dușembȇ de li ser bajarȇ Sermȋn bikar aniyeû di encamê de șeș sivȋlan ji heman malbatȇ jiyana xwe jidest dan, sȇ zarok di nav wan de hebȗn yȇ mezin sȇ sal derbas nekirine, herweha du jin ȗ zilamek din jȋ . Di encama ȇrȋșȇ de 150 kesȇn dȋ birȋndar bȗn li gor raporȇn belgekirȋ di riya rȇvebiriya tenderustiya Idlibȇ a bi wezareta tendirustiyȇ ve di hikȗmeta Sȗrȋ a demkȋ ve girȇdayȋ ye.
Wezȋrȇ tendirustiyȇ Mihemed Wecȋh Cum’a di kongir de raporek li ser rewșa qurbaniyȇn ȇrȋșȇ ȇn ku gihiștine nexweșxaneya Sermȋn pȇșkȇș kir, ȗ tawana Esed ku çekȇn kimawȋ bi ser bajarokȇn Xȗta li Gundewarȇn șamȇ di meha Tebaxa 2013an de bikar anȋbȗ dibȋr anȋ.
Ji hȇla xwe ve, Cewad Ebȗ Heteb di kongir de li ser pȇwistiya ku Encumena Ewlehiyȇ biryara nemre 2209 derbarȇ bikaranȋna çekȇn Kimawȋ ȗ Xaza Kilor tekez kir, ȗ ji Encumenȇ xwest ku pȇrabȗnȇn pȇwist li gor beșȇ heftan ji belgeya Netewȇn Yekbȗyȋ dijȋ rejȋma Esed bistȋnin, ji ber Esed li gor biryarȇn derbasbȗyȋ ȗ fermanȇn di biryara 2118 nemeșiyaye
Wezȋrȇ rȇveberiya xwecihȋ Hisȇn Bekrȋ tekez kir ku tiștȇ li Sermȋn ȗ Qeminyas bȗye tawanȇn cengê ne, li zincȋra tawanȇn cengê ȇn ku rejȋma Esed dijȋ milletȇ Sȗrȋ bikar anȋne zȇde dibin.
Jȇder: Hevbendȋ