Hikûmeta Sûrî ya demikî ji bo çêkirina komîteyeke zagonî kar dike da ko” navên zarokên sûrî yên sêwî û yên nasname-wenda tomar bike” li Sûriya û li welatên derdorê. û ji ber vê yekê îro wezîrê rewşenbîrî û yê dadiyê ,Texrîd Elhiclî û Fayiz Eldahir yên hikûmeta demkî, hevdîtinek rawêjkarî derbarê vî pirojeyî lidarxistin, ji ber ku ev babet bûye babetekî giring di rojevê de ji ber ku bi sedhezaran hevwelatiyên Sûrî û bi taybetî zarok, bê belgeyên fermî ne, ji sedema dorpêç kirina Esed ji navçeyên ne di bin kontrola wî de, û ew belge tenê li navendin taybat yên di bin kontrola wî de derdikevin. û ev piroje zarokên Sûrî yên li navçeyên derveyî kontrola rêjîmê û yên li welatên derdor li xwe digire, û di heman mijarê de, Hikûmeta demkî li roja duşema bûrî de 11 tebax 2014an de dest bi pirojeyê “fêrkirina Elktronî” kir, û ev piroje wê bête pêkanîn di destpêka sala Xwendinê ya bê de, û ev piroje hat encamdan di Civînek hevbeş de di navbera wezareta perwerdeyê û wezareta peywendî û veguhestin û pêşesazî de yên Hikûmeta Sûrî ya demkî. û merem ji vî pirojeyî “dabîn kirina pêdawîstiyan û çareserkirina aloziyên li pêş pirosêsa xwendinê li Sûriyê û derveyî wê derdikevin, û gerantiya dabînkirina derfetên xwendinê yên qenc bo her hemwelatiyekî Sûrî di hindur de û li welatên penaberiyê, û derbaskirina xwendina Elktronî di pirosêsa xwendinê li Sûriyê û çespandina wê û sûdewergirtin ji şiyanên wê”. li gor raporta ku Hikûmetê di malpera xwe ya fermî de weşandiye.
Jêder:Hevbendî