Hikûmeta Demikî ya Sûrî ya bi ser Hevbendiya Niştîmaniya Sûrî ve, şemiya bûrî 17/1/2015 mûçeyên karmendên ku ji hêla rêjîmê ve bi biryareke siyasî ji karê xwe hatibûn dûrxistin li wan belav kir.
Di nîvê meha yekê de 300 dolar hat dan bo her karmendekî ku ji kar hatibû dûrxistin li parêzgeha Hesekê , û ev mûçe yê heyva heştê û nehê ne.
Mehsûm Mihemed mamosteyek ji karê xwe hatiye dûrxistin li bajarê Qamişlo ji me re gazinê xwe diyar kirin, ku mûçe bi derengî dighêje destê wan, û ew di heyva yekê de ne û nû mûçeyên heyvên bûrî wergirtine.
Li ser vê mijarê û di pêwendiyekê de li gel Muntesir Dawid berpirsê komîta perwerdê di nivîsgeha Mêrdînê ya Hikûmeta Demikî de ji me re sedema derengiyê da xwiyakirin û got: ” derengiya belavkirinê ji ber pirsgirêkên ku di navbera Hikûmet û Hevbendiyê de deketibûn bû, û rawestana karê Hikmûmetê piştî wan pirsgirêkan” .
Her wiha Dawid tekez kir ku ev kêşe di demeke nêzîk de wê çareser bibe, û da zanîn ku ji niha ve ew karê belavkirina mûçeyên herdu heyvên ku tên jî dikin “.
Hêjaye gotinê ku ev cara sêyemîn e ku hikûmeta demikî mûçe li ser karmendên parêzgeha Hesekê yên ji kar hatine avêtin belav dike.
Jêder :Hevbendî