Serokê Hikûmeta demkî ya Sûrî, Cewad Ebû Heteb, ligel serokê parêzgeha Heleba azad mamoste Ibrahim Xelîl civiya, û mijarên aktivkirina dezgehên xizmetgozariyê û avakirina dadgeh û serayên dadweriyê li navçeyên rizgarkirî yên ser bi Helebê ve gengeşe kirin.
Hikûmeta demkî di daxuyaniyekê de diyar kir ku rêkeftin hat kirin li ser encamdana rêşûnên berfirehkirina karûbarên hikûmetê û aktivkirina rêveberî û kargeriyên veguhestin û elektrîkê, û zêdebarî aktivkirina dezgehên polîs û girêdana wê ser bi wezareta navxoyî ve.
Daxuyaniyê bal kişand ku hikûmeta demkî niha dest bi çêkirina avahiyên nûneriya giştî û dadgehên lihevhatinê û yên destpêkirinê û yên berdewamkirinê û yên redkirin û raguhestin û lêpirsînê û ofîsa dadnivîs dike, ligor yasa desthilatdariya dadwerî, û diyar kir ku ev nivîsîngeh û ofîs û sera wê bibin cihên karê dadwer û parêzerên jêhatî bi çavdêriya dezgeheke dadwerî ji bo misogerkirina destpakî û dadweriya dadgehan û herwiha wê bi çavdêrî û şopandina rêveberiya heps û zîndanan rabe.
Daxuyaniyê gotiye ku biryar hatiye standin bi damezrandina feyleqê 5’an yên hêzên artêşa niştimaniya Sûrî yên li sala 2017 ji aliyê hikûmetê hatibû diristkirin, bi tevlîbûna sercem tabûrên artêşa azad yên li bakurê Helebê, tevlî tevlîbûna hin tabûrên din ji navaresta Sûriyê û diristkirina wê ji 4 feyleqan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî