Wezareta perwerde û fêrkirinê ya hikûmeta demkî, belovokek li ser pejirandina wê ji peyrewê sûrî yê serastkirî bo xwendina tevaya qonaxên xwendinê derxist, û cêgirê wezîrê perwerdeyê Fewaz Elewad ev belavok li ser rêveberiyên xwendingehên li tirkiyê û li ser komele û desteyên serperiştyar li ser ezmûnên diwanavincî yên giştî belav kir ku ezmûnên giştî wê bêne kirin li pêka peyrewê serastkirî bi hevkariya wezareta xwendina niştimaniya tirkiyê, û wezaretê qutabxaneyên sûrî li tirkiya agehdarkirin li ser amadekirina pertûkan û bi hejmarên mezin li gor pêdawistiyên qutabxaneyan û dikarin pertûkan bi riya nûnerên xwe wergirin. û wezîrê navborî di hikûmeta sûriya demkî de dazanîn ku:”rêbaza xwendina sûrî ya ji aliyê wezaretê ve hatî serrastkirin, ew rêbaza bawer pêkirî ye li navendên fêrkirina sûriyan li tirkiya”. û ev çende hat li ser belavoka wezareta xwendina niştimaniya tirkiya ya hatî derxistin li 23-09-2014an, derbarê xizmetgozariyên perwedehî û fêrkirina biyaniyan, ya ku têde rêbaza Lîbî hat pûçkirin ji qutabxaneyên sûrî li gor axavtina Hecî dada berpirsê pêwendiyên Sûrî -Tirkî di wezareta perwerde û fêrkirinê de, ku qutabiyên qonaxa diwanavincî di navendên fêrkirina hikûmeta demkî de wê ezmûnên xwe yên dawiyê bi rêbaza dewleta xwe pêşkêş bikin, û ev ezmûn wê bi çavdêrî û hemhengiya wezareta xwendina niştimanî bêne encamdan, û bawernameyên derçûyan wê li desteya wîlayetê bêne serastkirin. Ji aliyekî din Elewad li ser rêbaza sûrî ya rastkirî got ku:” me çend komîteyên zanistî û yên perwedehî ji pisporên sûrî yên xudan ezmûn û şiyan pêkanîn û ew komîte rabûn bi serastkirina rêbaza sûrî bi awayê ku bigunce ligel pêverê akadimî û perwerdehî û li gor piransîpên şoreşa sûrî, û bêhtir ji milyonek û dused daneyî hatine çapkirin û li ser qutabiyan hatine belav kirin, û hin daneyeke din heye dibin çapê de ye”. û derbarê qutabiyên herdu salên bûrî yên bi rêbaza lîbî xwendin kirîn Elewad got ku:” veger ji vê biryarê nîne û sercem bawernameyên berê yên lêbî fermî ne û dan bi wan hatiye kirin li gor biryareke mîrî ya berê”, û got:” qutabî di sercem qonaxên xwendinê de wê bawernameyên veguhestinê ji hikûmeta tirkiyê bidest bînin”, herwiha dazanîn ku hikûmeta tirkiyê danpêdan bi bawernameyên amadeyî û yên diwanavendî kiriye yên hikûmeta demkî dide qutabiyan, û herwiha firensa jî danpêdan pêkiriye û li sala par 10 bexşînên xwendinê dan qutabiyên sûrî da li firensa berdewamiyê bi xwendina xwe bikin, û danustandinên me ligel yekîtiya Ewropî hene ji bo belavkirina danpêdana Firensa li ser welatên din yên yekîtiya navborî, û hêjaye ku pirosêsa danpêdanê hesantir dibe nameze piştî nerxandina raporta komîteya pisporên Ewropî ku amaje bi pirosêsa ezmûnên sala par kir, ku guncayî bûn li gor pêverên navdewletî li gor heman raportê, û li dawiyê Elewad balkişand li ser rola çavdêriya hevbeş di navbera hikûmeta demkî û hikûmeta tirkiyê de li ser navendên fêrkirina sûriyan û got: “ku wezareta fêrkirina hikûmeta demkî ligel hikûmeta tirkiyê wê roleka wê ya çavdêriyê hebe li ser