Wezareta Darayî û Aborî di Hikûmeta Demkî de avahiyên daneyan li parêzgeha Der´a girtin xwe, hêzên şoreşger hemû navendêm daneyan li deverên di bin destê Artêşa Azad de xistin bin destê Rêvebiriya Saziya Giştî ya daneyan ku bi wezaretê ve girêdayî ye.
Rêvebirê Saziya Giştî Ya Daneyan endazyar Hesan Elmihemed got: ” Ev gav wê beşekî ji pirsgirêka ewlekariay xwarinê ya gefê li deverên ne di bin destê rejîma Esed de li Sûriyayê dike çareser bike “. Û zêde kir: ” Karmendên saziyê yên li hundur,xwedî pisporiyek baş in bo çareserkirina pirsgirêkên ji saziyê re bûne kelem. Lê mezintirîn pirsgirêk di riwê kar de kêmbûna rêvebiriya rêxistî ye”.
Di civîna ku hemû hêzên şoreşger tê de li Der´a civiyan, civatê tevî li ser pêwistiya parastina saziyên daneyan û embarên wê ji aliyê yekîneyên Artêşa Azad tekez kirin, herweha giringiya yekirina kar navbera hemû hêzên sivîl, leşkerî, û şoreşger de ji aliyekî de û Hikûmeta Demkî ji aliyê dî ve, ji bo parastin û misogerkirina gepa nan bi kêmtirîn nirx ji bo hemwelatiyan li wan deveran.
Wezareta Darayî û Aborî ji bo sazîkirina operasyona dan û standina daneyan li herêmên derveyî desthilatiya Esed de li Sûriyayê di riya yarmetî û alîkariya bi hêzên şoreşger yên sivîl û leşkerî weku li Idlib û Der´a kar dike.
Hêja ye gotinê ye ku serokê Hikûmeta Demkî di hevdîtina şêwirdariyê de ji xelkên Horan re yên ku di 4/4/2014an li bajarê Istenbolê lidar ket, bi şoreşgerên Der´a re li ser rewşa embarên daneyan yên ku vê dawiyê dest danîne ser û xistina wan di bin destê Hikûmata Sûrî ya Demkî bo birêve bibe peymanek girêdan.
Ji hêleke dî ve Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi nûnerên welatên bexşîndar re pirojeyek ji bo anîna 25oTN genim di riya sûkên Cîhanê re guftugo kirin, wek pêdiviyên pêwist bo ard li hindirê Sûrî de.
Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Daneyan di Wezareta Darayî û Aborî de Hesan Elmihemed diyar kir ku saziyê piroje û lêkolîn bo anîna genim ji sûkên cîhanî, û ji bo hevalên milletê Sûrî pêşkêş kiriye, û wisa zêde kir: ” Saziya giştî dedora 250TN genim li çar parêzgehan di riya navendên kirînê yên pê ve girêdayî ne kiriye, ev tibab tiştê me dikarîbo li wan deveran bidest bixe, ew jî ji ber derhênana qels li wan parêzgehan. Li deverin dî hêzin dijî şoreşê dest danîne ser û nahêlin genim bigihê deverên ne di bin destê Esed de ne. wezareta darayî û aborî ji hemû welatan xwest ku berpirsyariya xwe hilgrin, û diyar kir ku saziya giştî ya daneyî karîna wê a bicîanînê ji hêla locistîk, rêvebirî, û hunerî bo bicîanîna pirojeyê heye, û sazî 11 navend, û bêtirî 250 karmendên wê li hinder hene “.
Jêder: Hikûmeta Demkî – Hevbendî