Wezareta tenduristî ya hikûmeta Sûriya demkî, topbarankirina duhî ya hêzên Esed, li ser ” Nexweşxaneya Elteqwa ya meydanî” ya navdar bi ” Nexeweşxaneya Elhecer” şermezar kir û balkişand ku: ” bordomana firokên şer yê Esed bû sedema wêrankirina tevaya beşên nexweşxane yê, ku di encamê de, rêveberiya wê neçar bû karê xwe rawestîne û pêşewaziya nexweşan nema bike”. Herwiha ji encama wan êrîşên asmanî yên firokên şer yên Esed pêkanîn li ser taxa Elhecer Eleswed, gelek sivîl şehîd û birîndar bûn û di nav wan de pizîşk û birînpêç jî hebûn. Her di heman mijarê de wezîrê tenduristya hikûmeta demkî Ednan Hizûrî, di hevdîtinekê de ligel nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê de dazanîn ku:” wezareta wî kar dike bo avakirina nexweşxaneyeka nemûneyî li jêr zemînê li yek ji parêzgehên Sûryê, bi hevkariya rêveberiya tenduristî û encûmena xwecihî ya heman parêzgehê, ku wezart dê alavên kolanê dabîn bike bo avakirina nexweşxaneyekê di şikeftekê de”. û wezîrê navhatî got ku :” armanc jê parastina jiyana kadiroyên pizîşkî yê nexweşxaneyê ji metirsiyê ye, ji ber ku rêjîma Esed berdewam nexweşxaneyan armanc dike, ku wan dibîne dijminê xwe yên yekemîn”.
(jêder: Hevbendî).