Di çarçovê hilmeteke mezin ya koçberiya neçarî ya bi salan dibe, gelek fişar li ser xelkê bajarê Dûma li Xûta rojhilat ji aliyê hêzên Rijêmê û Rûsiya hatin pêkanîn, ji bo ji navçeya xwe ber bi bakurê Sûriyê ve koçber bibin, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ev yek bi tawana şer dît.
Hikûmeta demkî bal kişand ku koçberên ji Xûta rojhilat yên ghiştine hin bajarên bakurê Sûriyê, ji nesax û birîndaran in, tevlî jin û zarokan. û bal kişand ku pêşwazî li koçberan ji aliyê tîmên wê ve hate kirin, û niha bi dabînkirina pêdewîstiyan bo wan radibin.
Serokê hikûmeta demkî Cewad Ebûheteb di civînekê de ya ligel koçberên Xûta got ku “xelkê Sûriyê rêzê li xelkê Xûta digirin ji ber qurbaniyên wan yên mezin”, û tekezî li ser berdewamiya şoreşê kir heta bidestxistina rûmet û azadiyê û rûxandina rijêma Esed û vegerandina sercem xelkê koçberkirî bo cih û warên wan.
Ebûheteb balkişand ku hikûmeta wî wê kar bike ji bo dabînkirina pêdawîstiyên koçberan, hevdem ligel dirustkirina çend pirojeyên xizmetgozariyê yên nû li navçeyên dibin destê hikûmeta demkî de.
Xûta rojhilat ji pênc salan ve rûbirû dorpêçkirineke dijwar hat, hevdem ligel oparesyonên bombebarankirina wê û tevlî bikaranîna çekên kêmiyayî yê bûn sedema kuştina nêzîkî 1200 şehîdî.
Û rijêmê her ji destpêka reşmeha borî ve, mifayeke mezin ji piştgiriya bêsînor ya Rûsiya dît, ji bo pêkanîna oparesyonên leşkerî yên hovane, û tevlî bikaranîna çekên qedexekirî, herwiha oparesyona xwe ya koçberkirina xelkê Xûta û binpêkirina sercem biyarên navdewletî bidawî anî.
Hevbendiya Niştimanî, ji aliyê xwe ve civaka navdewletî li hember bûyeran berpirsyar dît û daxwaza dadgehkirina binpêkerên biryarên navdewletî û cêbicêkirina agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî bilez ji xelkê pêwîstdar re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî