Merseda “Dadmendî ji bo Jiyanê” hişyariya jinêzamirinê da li taxên Dêra Zorê yên dorpêçkirî ji encama qeyrana nepeydabûna nan ya lê çêbûye.
Di raporteke nû de ji Mersedê, doh derketiye, diyar kir ko sotemenî li taxên (Elcûra-Elqisûr) ji destpêka meha nuha kanûna yekê de pir kêm bûye, ewê jî hişt ko buha bibe, ji lewra Rêjîm jî nema piştgiriya firneyan bi Mazotê dike, evê hişt ko xwediyên firnan ji sûka reş mazotê bi 1000 lîreyê Sûrî bikirin, evê jî hişt buhayê kîsê nan bilind bibe li gora buhayê berê, di dema ku Dezgehên Ewlekariyê tu guhertin neketiye rewşa wan ji aliyê sotemeniyê de û hê jî ji ser wan kêm nebûye.
Elmersed daxwaz ji şandeya Netewên Yekbûyî kir ko biryarên xwe yên taybet bi derbaskirina alîkariyan ji bo herêmên dorpêçkirî kartêker bikin, wek ko li Taxa Elwe’ir li Humsê û Qudseya li Gundewarê Şamê kirin. her wiha daxwaz ji Rêkxistinên mirovî kir ko ew jî hewl bidin ji bo kesên dorpêçkirî ji mirinê rizgar bikin.
Elmersed tekez kir ko rêjîma Esed nema yekcarî guh dide derd û zehmetiyên sivîlan, û dergeh vedike ji bo sûdê ji zehmetkêşiya wan wergire di ecindeyên siyasî de. Ji ber vê qeyranê dergeh li ber nandoz û Hêzên Ewlekariyê vekir ko sûtemeniyê bi nirxê wek ko ew dixwazin bêçavdêrî bifiroşin.
Tê zanîn ko Rêkxistina DAIŞê texên (Elcûre-Elqisûr) ji salekê ve dorpêç kirine. Her wiha Kehrebe jî tune ye û Av carcaran tê. Rêjîmê sivîlên ko hejmara wan digihê 250hezar kesî piraniya wan Jin û Zarok in kirine vî halî de da keysê ji bo aramancên xwe ji wan bîne.
Jêder: Hevbendî