Îro Pêncşemê 14 tîrmehê hunermendê kurd Ebdul Rehman Omer ku bi navê Bavê Selah tê naskirin çû ber dilovaniya Xwedê.
Di ala 1984 de bavê Selah tevî grûpek hevalên xwe Koma armanc damezrandin da ku kelepûr û filklorê Kurdî vejînin û biparêzin her wiha gelek stranên ji afirandina wî bixwe jî hene .
ji ber tekoşîna Bavê Salah gelek caran ji aliyê ewlekariya rêjîma Esed dihate girtin.
Bavê Selah sala 1952 de li gundê Gorda li bajarê Efrînê ji dayik bibû, û ji encama kirîzeke nexweşiya falicê di nexweşxaneyeke Efînê de kêmî heyvekê ma, û îro jiyana xwe jidest da, û roja Înê 15 tîrmehê wê bê veşartin.
Jêder: Hevbendî