Cîgirê Wezîrê Berevaniyê di Hikûmeta Demkî de Liwa Selîm Idrîs tekez kir ku rejîma Esed û Milişiyên Iranî yên hevalbendên wî, hewl didin ku dest deynin ser Başûrê Şamê û hindek dever li Gundewarên Der`a bi armanca gihiştina rîbana sînorî li Başûrê Libnanê ku Milişiyên Hizbillah yên tirorîst hewl didin dest deynin ser.
Îdrîs ketina hejmarek mezin ji kuştî, dîl, û birîndaran di nav wan Milişiyên ku li erda Horanê şerê Artêşa Azad dikin û piraniya wan ne Sûrî ne Îranî jî di nav wan de hene tekez kir. Ev yek ” Destwerdanek Îranî pîs li ser erdên Sûrî destnîşan dike, em vê yekê dibînin mîna êrîşeke dagîrkirinê”
Ji hêla xwe ve, Endamê Desteya Siyasî û cîgirê Serokê Hevbendiyê yê berê Mihemed Qedah duh got: Îran niha beşekî ji erdê Sûrî dagîr dike, bi hezaran hêzên wê ên leşkerî li eniyên şer belavkirî ne. Qedah dît ku ev yek destwerdaneke beloq e di erda Sûrî de, û binpêkirinek ji yasaya nevdewletî re ye.
Qedah wisa berdewam kir: ” Pasvanên şoreşgerî ê Îranê ew şer bi tekûzî li bajarê Der`ayê bi serkirdayetiya Qasim Silêmanî bi rê ve dibe, û diyar kir ku leşkerên ku hatine dîlkirin ji regezên Libnanî, Îranî, Efxanî, û regezin dî ne, wê dûv re werin eşkerekirin “.
Qedah bal kişand ku enî di eniyên Başûrî de hevgirtî ne, û moralên wan bilind in, wê pir zor be ku hêzên Esed û hemû Milişiyên li rex wan disekinin karibin wan eniyan derbas bikin.
Ji hêleke dî ve Qedah rola Civaka Navdewletî derbarê tiştê li Sûryayê dibe, û çavgirtina wê ji destwerdana beloq û berdewam a Îran û Milişiyên Hizbillah ên tirorîst, û piştgiriya rejîma Esed bi leşker, cebilxane, û pereyan ji roja yekem ji destpêka şoreşa Sûrî rexne kir.
Jêder: Hevbendî – El-Erebiyê