Duh, Komîta Navdewletî Ya Xaça Sor dermanên bo dermankirina penaberên Filestîniyên nexweşiyên domdirêj li kampa Yermûkê li Şamê bi wan re hene, li gor ku komîtê di daxuyaniya ku li Cinêvê derket diyar kir. Di vî karê mirovahî de Heyva Sor Ya Erebiya Sûrî, û komîta Heyva Sor Ya Firensî bi Xaça Sor re beşdar in. Berpirsa di şanda Xaça Sor li Sûriyayê Dafnê Mart: ” Ji bêtirîsalekê ve ev cara yekem e ku em dikarin alîkariyan pêşkêşî xelkên kampê bikin, û em hêvî dikin em di paşerojê de jî karibin”. Marêt” Rewşa zor sist ku kesên li wir dijîn tê de ne, bi taybetî ji ber karîna kêm bo gihiştina xwarin, av, û derman” şermezar kir.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî banga hawarçûnê li Netewên Hevgirtî kiribû, bi sedema rewşên karesatî ya kampa Yermûka Şamê ji ber dorpêçkirina wê ji hêla hêzên Esed ve ji dora sal û nîvekê ve. Berdevkê fermî bi navê Hevbendiyê Salim Elmislit di daxuyaniyekê de got: ” Em di hevbendiya Niştimanî bicîanîna biryara Encumena Ewlekariyê nemre 2165 dikin, ev biryara ku rê dide derbasbûna karwanên alîkariyên mirovahî, hawarçûnê, û nojdarî li ser hemû xaka Sûrîya dorpêçkiriye bê ku hewcedariya rêdanê ji rêjîma Esed hebe “.
Kampa Yermûk roja xwe ya 32an bê ava vexwarinê dijî, herweha xalên nojdarî lê hewcedariya wan bi gelek pêdiviyên nojdarî û dermanan heye, û ev yek bû sedema ku rewşa dehan ji birîndaran têk dice, bi heman dema belavbûna nexweşiya ” navçûnê”.
Dermanên duh radest bûye têra hewcedariya pêdiviyên bêtirî 5000 kes ji nexweşiyên gazindeyên dom û dirêj , mîna şekir, nexwşên dil li ser dirêahya sê heyvan.
Jêder: e elerebiye – alarabiy