Jêderên nêzîkî rêjîma Esed eşkere kirin ku ji destpêka êrîşên Rûsya dagîrker ji bo piştevaniya Esed di 30ê Îlona 2015an de li ser Sûriyê 109 leşkerên Rûsî hatine kuştin.
Li gor hin zanyariyên ku peyamnêrê Anadolê ji jêderên nêzîkî rêjîma Esed bidest xistine, bi sedan leşkerên Rûsî beşdarî di rêvebirina operasyonên leşkerî yên bejayî li hêla eniya di navbera hêzên rêjîmê û fesîleyên Şoreşa Sûriyê dikin, û yekîneyên taybet yên Rûsya li hin deveran beşdarî şer dibin.
Wan jêderan lêzêde kir ku leşkerên Rûs li gundê “Corîn” belav dibin, ku ew gund her yek ji Idlib û Hema û Laziqiyê û “Girê Silinfê” û herdu bajarokên Rebîa û Selma li Gundewarê Laziqiyê bi hev girêdide, herwiha tîmên taybet bi balafir û rokêtan li Şama paytext, Hema, Hims û Hesekê hene.
Jêderan destnîşan kirin ku Rûsya yekîneyên piştevan li parêzgeha Hesekê li Bakurê Rojhiatê Sûriyê, û nêzîkî sînorê Tirkiyê belav dike, da ku balafirgeha Qamişlo ya navdewletî berfireh bike, herwiha Komîtên Hemahengiya Xwecihî di 19ê Çilê Paşî de ragihandin ku Mosko 100 leşkerên Rûsî li deverê belav kirine.
Jêderan diyar kirin ku beşek ji wan leşkerên ku hatine kuştin li hêlên rûbirûbûnê û operasyonên ku yekîneyên taybet têde beşdar bibûn hatibûn kuştin, û beşê din di encama ketina balafirên ku leşkerên yekîneyên taybet vediguhestin hatin kuştin.
Û tevî êrîşên himbiz yên ku balafirên Rûsî li ser baregehên Ketîbeyên Şoreşa Sûriyê pêk tînin, fesîleyên Artêşa Azad hêj gelek cihên xwe di rûbirûbûna rêjîmê de parastine.
Li gor raporeke di 11ê Çilê Paşî yê îsal de derçû bû, ji Navenda lêkolînan ya bi navê(IHS Jane) ku navenda wê li paytexta Brîtanya Londonê ye, fesîleyên şoreşê karîbûn ji destpêka êrîşên asîmanî yên Rûsya, çend xalên giring kontrol bikin, mîna herdu gundên Etêşan û Kefir Nibûda, û bajarokê Morîk yê stratêjîk li Gundewarê Hemayê, piştî şikenandina hêzên rêjîmê.
Jêder: Anadol