Duhî roja Înê heşt sivîl hatine kuştin û çarên din birîndar bûne li herêma Wadî Elezîb rojhelatê bajarê Hema bi sedema teqînên şûmayên hêzên rêjîmê, û çar kes ku yek ji wan jine birîndar bûne, bi serdema topbarana hêzên rêjîmê û mûşekên li ser gundê Tilimnis û Me`er Şmarîn li başûrê bajarê Idlibê.
Çalakvanan ji gundewarê Hema gotin ku bombeyên goşeyî yên ji pêmayên bombebarana firokên rêjîmê û Rûsya yên berê li zeviyekê ku cihê çêrandinê ye teqiya, di encamê de heşt kesên şivan û cotyar hatin kuştin û hinên din birîndar bûne.
Çendîn bombe û mayûn yên şûnmayên şerên Daiş û hêzên rêjîmê di mehên bûrî de li gund û bajarokên Hema teqiyane, di encamê de hin sivîl hatine kuştin û hinên din birîndar bûne.
Çalakvanan li gundewarê Idlib anîn ziman ko hêzên rêjîmê yên li gundê Ebû Dalî başûrê rojhelatê Idlib taxên niştecihan li Tilimnis bi mûşekan bombebaran kirin, di encamê de jin û zilamek birîndar bûne, û ew bo xaleke bijîşkî ya nêzîk hatine birin.
Çalakvanan gotin ku hêzên rêjîmê yên li xala Ebû Dalî gundê Me`er Şimarî bi top û mûşekan amanc kirine, di encamê de du sivîl bi sivikî birîndar bûne.
Herêmine berfireh li gundewarê Idlib û Hema gelek caran dikevin ber top û mûşekan ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya, di encamê de birîndar û kuştî di nava sivîlan de çêbûne, tev ko herêma Idlib beşek ji peymana Idlibê ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de, roja pêncşema bûrî, bêdengiya civaka navdewletî û haydarnebûna wê ji tiştê li ser xaka Sûriyê çêdibe pirotesto kir, ko berdewam bombebarana bêserûber ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî bi çavdêriya Rûsya pêk tên.
Hevbendiya Niştimanî got ku divê cîhan bêtir demê wenda neke, û fişarê bide ser rêjîmê û yên piştgiriyê dikin, tako wan neçar bikin tawankariyan rawestînin û jidil bi bal çareseriya siyasî ve li gora biryarên encûmena ewlehiyê û daxuyaniya Cinêvê biçin. Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî