Navenda Jinên Xûta ya Rahênan û Amadekirinê ya bi ser Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê li Xûta Rojhilat, Çalakvaniyên Jinan yên sivîl li Dûma vexwendin ji bo rawestaneke pirotestokirinê da dozê li Civaka Navdewletî û Netewên Yekbûyî bikin ji bo bizavê bikin da Sivîlan ji şerê ko li Sûriyê dibe bi giştî û bi taybetî li Xûta Rojhilat bêalî bikin. Û bombebaran û kuştaran li xûta rawestînin û rêbuhêrkên mirovî vekin û alîkariyên hawarhatinê ji xwarin û dermanan derbas bikin.
Rawestan piraniya Çalakvaniyên Jinan li Xûta Rojhilat li jêr silogana “Ji mafê me ye em bi aramî bijîn, kuştinê birawestînin .. xwîn bes e”, amade bûn. Ew jî ev in: Navenda Jinên Xûta ya rahênan û amadekirinê, û Navenda Besmet Emel û Navenda Elemel Elmuşriq û Navenda Şam ya mafnasiyê û Navenda Sewaidna Sûrî û Peymangeha Enwar Elislam, Nûnerên Dibistanan û Nivîsgeha Jinê di Encûmena Xwecihî.
Jêder: Hevbendî