”Kampaniya Niştimanî Ya Erebistana Si’ûdî Ji Bo Alîkariya Birayên Sûrî” Karwanek ji 12 Kemyonên barkirî bi Cil û Betaniyan ji bo Derbiderên Bakurê Sûrî şand, û di Rêbuhêrkên Sînorê Tirkiyê re derbas kirin.
Birêvebirê Nivîsgeha Kampanyê li Tirkiyê Xalid Selame da xuyakirin ko ev helmet beşeke ji “ stasyona21” ji projeyê werzî “Birayê Min Germkirina Te Amanca Min e” Ya ko kampanyê berî du Hefteyan dest pê kir, da li Derbiderên Sûriyê û Penaberên li Dewletên cîran belav bibe. Selame di daxuyaniyekê de doh got: “Şandina evî Karwanî îro hat li gora banga erkê Olî û Mirovî bi sedema rewşa seqa û şepêla qeşa û sermê ya ko bi ser birayên me Derbiderên Sûrî li Bakurê Sûriyê hat”, da xuya kirin ko Karwan ji 12 Kemyonên barkirî pêk tê, 6 ji bo Gundewarê Helebê û 6 Kemyon tev de samanên hawarhatinê ne ji bo Penaberên nêzîkî Rêbuhêrka Bab Elhewa hatin şandin.
Selame da xuyanîkirin ko Karwan keresteyên hawarhatinê yên Zivistanî ne û wê di cih de li Derbiderên Sûrî anko 113 hezar parçeyê cilên Zivistanî ji Herêma Izaz re li Gundewarê Helebê hatine terxan kirin û 115 parçe cilên Zivistanî li kampên (Sico û Şimarîn) nêzîk Rêbuhêrka Bab Elhewa li ser sînorê Tirkiyê dê bêne belavkirin.
Bal kêşand ser ku Kampanya di dema dahatî de jî dê berdewam be û 800 hezar parçeyên cilên Zivistanî di planekê de dê li ser Derbider û Penaberên kampan û yên li bajarên Tirkiyê belav bibin.
Jêder: Hevbendî+Elerebiye