Bajarê Efrînê di rewşeke dijwar re derbasdibe ji ber tunebûna kêmtirîn pêdiviyên jiyana rojane û buhabûna nirxê hryberan û bitaybetî kêmbûna sotemeniyê ku bandoreke neyînî li ser çûn û hatina walatiyan dike.
Ev kêşe derkete holê ji ber dorpêça rêxistina DAIŞê ji bajêr re di encamê de nirxê litreke Mazotê gihiştiye 400 – 450 lîreyên Sûrî.
çalekvan û siyasetmedar bangê li saziyên navdewletî û kesên berpirsyar dikin ku bi erkê xwe rabin û dorpêça li ser Efrîn û navçeyên derdorê rakin.
Ji hêla xwe ve artêşa azad rê da bazirganên şînkayî ku herin navçeyên ku di bin kontrola DAIŞ de ne da ku riyekê ji derbaskirina sotemeniyê re bibînin.
Jêder : Hevbendî